Nihat Kavşut
02 Mijdar 2018•Rojanekirin: 03 Mijdar 2018
ANKARA
Xazî û xizmên welatiyên ku 15ê Tîrmeha 2016an di hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da şehîd ketin der barê Nazir Cîhangir Îslamê Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Saadetê da ku di xeberdana xwe ya li Meclisê da gotibû "Şeva 15ê Tîrmehê me şerê du terefên batil temaşe kir" gilîdar bûn.
Meltem Kiliça Seroka Komeleya Xazî û Şehîdên Welêt ya 15ê Tîrmehê daxwaznameya gilîdarbûnê ya der barê Îslam da tevî komeke xazî û xizmên şehîdan ji bona bidin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin edliyeyê.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Îslamê parlamenterê Partiya Saadetê da ji ber sûcên "heqaretkirina li Komara Tirkiyeyê, gelê Tirk û saziyên dewletê" û "pesindayîna sûc û sûcdaran" lêpirsîn dabû destpêkirin.
Der barê Nazir Cîhangir Îslamê parlamenterê Stenbolê yê Partiya Saadetê da ji ber sûcên "heqaretkirina li Komara Tirkiyeyê, gelê Tirk û saziyên dewletê" û "pesindayîna sûc û sûcdaran" lêpirsîn dan destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Serdzogeriya Komarê ya Enqereyê hat diyarkirin der barê Îslamê parlamenterê Partiya Saadetê da ji ber sûcên "heqaretkirina li Komara Tirkiyeyê, gelê Tirk û saziyên dewletê" û "pesindayîna sûc û sûcdaran" lêpirsîn dane destpêkirin.