Elif Orhan
03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 03 Mijdar 2018
ANKARA
Ferhat Sarikayayê dozgerê berê yê ku HSKê ew ji pîşeyê îxraç kir ji aliyê ekîbên Şûbeya TEMê ya Enqereyê ve li mala xwe ya li Çankayayê hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê telîmat da ku dozgerê berê Ferhat Sarikaya bê binçavkirin.
Li ser vê yekê ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê dora êvarê li mala wî ya Çankayayê Sarikaya binçav kir.
Ji bo ku îfadeya wî bê sitandin Sarikaya anîn Midûriya Şûbeya TEMê.