10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
MARDÎN
Li Midyada navçeya Mêrdînê esnaf û welatiyan bertek nîşanî wê êrîşê da ku endamên PKKya rêxistina terorê bi wesaîta bombebarkirî li dijî midûriyeta ewlehiyê kirin.
Xelkê Midyadê do bi meşekê bertek nîşanî êrîşa ku bi wesaîta bombebarkirî li dijî midûriyeta ewlehiyê hat kirin û tê da 2 jê jin 3 polês şehît bûn, 3 kes mirin û 50 kes birîndar bûn, dan.
Ji esnafan Serdar Atliyê ku di êrîşê da dikana wî xera bû bertek nîşanî terorê da.
Atli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "3 polêsên ku di êrîşê da şehît bûn mişteriyên pastexaneya min bûn ku qederê 9 meh ewil min li hember midûriyeta ewlehiyê vekir."
- "Xwedê ji wan ra jî nehelê"
Fahriye Erturk a ku di teqînê da 2 zarokên wê birîndar bûn jî diyar kir ku mala wan li hemberî avahiya ewlehiyê ye û dema wê bi zarokên xwe ra dileyîst teqîn pêk hat û wiha pê da çû: "Cam perçe bûn, kevir, derî û pace bi ser me da bariyan. Em bizdiyan. Zarokên min heta ku hebin wê tirsê ji xwe bîr nakin. Xwedê vê yekê ji wan kesên ku ev yek kirin ra nehêle. Yên ku ev kirin ne însan in."
- "Kezeba me diperite"
Fatma Çelîk a ji Midyadê got ku ew bi xwe jî pir li ber êrîşê ket û ji ber wê rewşê kezeba wan peritî.
Çelîkê êrîşakaran şermezar kir û ragihand ku şêniyê navçeyê jî xemgîn in û şînê dikin û wiha dewam kir: "Ji êrîşê vir va tu kes neket xewê. Misilman vê yekê nakin û yên ev kiribin jî ne ji me ne. Ez piraniya wan kesên ku birîndar bûne nas dikim. Mîdyadê ev yek heq nekiribû."
- "Xwedê heqê me nehêle"
Maha Îbrahîma welatiya Sûriyeyê ya ku bi qîza xwe ya Darîn a 3 salî ra di êrîşê da birîndar ketibû jî li Batmanê tê dermankirin.
Îbrahîma ku bi mêrê xwe ra ji şerê naxweyî yê li Sûriyeyê revîbû û xwe sipartibû Nisêbînê û bibû xwediyê 2 zarokan jî di êrîşê da ji serê xwe û nigê xwe birîndar ket.
Piştî midaxeleya ewil a li Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê Îbrahîm sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Batmanê kirin. Îbrahîmê li nexweşxaneyê bi kurmanciya zaravaya kurdî qala hestên xwe kir û got ku li Nisêbînê bi hizûr jiyana xwe didomandin rêxistina terorê hat li pêşiya mala wan hendek veda û barîqat danî ser rêyan.
Îbrahîmê diyar kir ku mecbûr mane û mala xwe barî Midyadê kirine û wiha pê da çû:
"Di dema êrîşê da herdu qîzên min û pismama li cem min bûn. Ji bo zara min a nexweş bibin nexweşxaneyê em li rawestgehê li hêviya minibêsê bûn. Dema ku teqîn çêbû em li erdê dirêj bûn. Min fehm nekir ku çi bû. Paşê min çavê xwe vekir ku li vê derê me. Qîza min li Midyadê ez jî li vê derê têm dermankirin. Xwedê heqê me nehêle."
Qaymeqamtiya Midyadê ji bo tesbîtkirina zirara ku ji ber teqînê çêbû xebat da destpêkirin.