10 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
ANKARA
Li Şirnexê di kontrolên ku dewam dikin da 565 guleyên keleşkofê hatin qefaltin û 22 teqemeniyên bidestçêkirî jî hatin îmhakirin.
Ji ser malpera fermî ya Serokatiya Sererkaniyê der barê bûyerên girîng ên nav welêt da agahî hatin dayîn.
Li gor wan gahiyan di lêgerînên ku li Şirnexê dewam dikin da 565 guleyên keleşkofê hatin qefaltin û 22 teqemeniyên bidestçêkirî jî hatin îmhakirin. Di çarçoveya operasyonên li Şirnexê da heta niha 628 teqemenî hatin îmhakirin.
Kozik, cebilxane, stargeh û şikeftên ku li kersaxa Yuksekovaya navçeya Hekariyê ku ji hêla mensûbên rêxistina terorê va dihatin bikaranîn jî bi operasyona hewayî va hatin serobinkirin.
Yekîneyên hidûd ên Fermandariya Hêzên Bejayê 965 kesên ku dixwestin ji dereqanûnî Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê û 10 kesên ku dixwestin ji Tirkiyeyê derbasî aliyê Sûriyeyê bibin, girtin.
Di encama mudaxaleyê da wesayîtek, 3 têlofonên desta, 8 qolye, bazin, gustîlik, 2 pasaport, hezar lire, hezar û 750 dolar û 530 hezar lireyê Sûriyeyê hat qefaltin.
Hêzên ewlehiyê 5 kesên ku dixwestin bi dereqanûnî ji Iraqê derbasî Tirkiyeyê bibin û 36 kesên ku ji Tirkiyeyê dixwestin derbasî Yewnanistanê bibin binçav kirin.