Elif Orhan
21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ANKARA
Alî Yaziciyê Seryawerê Serokomar ê ku di çarçoveya lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê wî de biryara binçavkirinê dabû, hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di çarçoveya lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Yaziciyê Seryawerê Serokomar de biryara binçavkirinê dabû.
Li Dadgeha Enqereyê jêpirsîna Yazici hat kirin û ew sewqî dadgeriya cezaya silhê ya nobedar kirin.
Seryawer Yazici bi merasima ku di 12ê tebaxa 2015an de li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin peywira seryaweriyê ji Kurmayê Tankê Albay Bekîr Furkan Ozdaban wergirtibû.