01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2016
ANKARA
Bi hinceta ku îdiayên bêbingeh û yên ku zirarê didin şexsiyeta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kirine cezaya 10 hezar lîre tezmînata manewî dan Parlementerê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim.
Huseyîn Aydinê parêzerê Erdogan û Taner Yaşarê parêzerê Yildirim beşdarî rûniştina li Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya 12emîn a Enqereyê bûn.
Aydinê parêzerê Erdogan diyar kir ku di mijara gotinên Yildirim ên di 26ê sibata 2016an de yên li Lijneya Giştî ya TBMMyê de nîqaşek tune û got ku "Îdiayeke ku zirarê dide mafên şexsiyetê yên muwekîlê min û îdiayeke bêbingeh heye. Ez daxwaz dikim ku doz bê qebûlkirin."
Yaşarê parêzerê Yildirim jî wiha axivî: "Di gotinên ku muwekîlê min got de qesda êrîşa mafên şexsiyetê yê dozdar tune. Gotinên ku hatin gotin ji ber wesfê parlementeriyê ne. Bi temamî di çarçoveya berpirsyariya rêzikdanînê û azadiya gotinê de hatine gotin. Em dixwazin ku doz bê redkirin."
Dadger Umran Dîler dozê qismî qebûl kir û eşkere kir biryar da ku Yildirim 10 hezar lîre tezmînata manewî bide.
- Rabirdûya dozê
Di daxwaznameya dozê de bi hinceta ku di axaftina xweya di Lijneya Giştî ya TBMMê ya di 26ê sibata 2016a de sûcdariyên wekî destdirêjiya mafên şexsiyeta Erdogan, dijî şeref, heysiyet û rûmetê yên bi temamî ji rastiyê dûr kiriye ji Parlementerê HDPê yê Mûşê Yildirim 50 hezar lîre tezmînata manewî hatibû xwestin.
Di daxwaznameyê de cî dabûn metna axaftinê û dabûn zanîn ku gotinên Yildirim bi awayekî eşkere ji sînorên rexne û azadiya gotinê der e, neheq in û dijî rêbazên hiqûqê ne û hatibû diyarkirin ku armanca axaftinê ew e ku Erdogan hember civakê biçûk bixin.