ERBÎL
Serokatiya Karên Enfalê û Şehidan a Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) ji bo malbat û nasên kesên ku di dema Seddam Huseyin de di operasyonên Enfalê de hatibûn kuştin tezmînatê bistînin dest bi xebatan kir.
Serokê Karên Enfalê û Şehidan a HKIFê Aram Ehmed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dê ji bo malbat û nasên kesên ku hatine kuştin, ji bo mexdûran û ziyana wan dê 388 milyar dolarî "tezmînata ziyanê" bixwazin û wiha got: "Heke tezmînata ziyana ku rejima Beasê daye kurdan bê dayîn, dê ev bandoreke erênî li rewşa siyasî û civakî ya Iraqê bike."
Ehmed destnîşan kir ku divê hikûmeta Iraqê ji bo zilm û qetlîam û zordariya ku li kurdan hatiye kirin lêborînê bixwaze û wiha peyivî: "Heke hikûmeta niha ji bo van bûyerên qirêj lêborîn bixwesta, dê têkiliyên di navbera Bexdayê û Hewlêrê de baştir bûna."
Ehmed diyar kir ku li ser dixebitin ka dê tezmînat çawa bê xwestin û li ser hûrgiliyên hiqûqî dixebitin. Heke xebat biqedin dê bi raya giştî re parve bikin.
Operasyonên Enfalê çi ne?
Operasyonên Enfalê ku kurd jê re dibêjin "Qetliam", Beasî jî jê re dibêjin "Operasyon", di navbera salên 1986 û 1989an de pêk hat. Operasyonên Enfalê wê demê bi emrê Serokê Dewleta Iraqê Seddam Huseyin ve pêk hatin û nêzî 150 hezar kesî di van operasyonan de hatin kuştin. Di van operasyonan de çekên kîmyewî jî hatin bikaranîn. Di sala 1988an de bi çekên kîmyewî êrîşî Helebçeyê kirin û di vê bûyerê de 5 hezar kes hatin kuştin û 7 hezar kes jî birîndar bûn.