Fatih Gazioğlu
02 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê xwendekarên pêşdibistanê ji bo eskerên ku di operasyon Çiqlê Zeytûnê de wezîfedar in kum, gore û şalgerdan şandin.
Zarokên biçûk yên Pêşdibistana Karakopru Narçîçegiyê pereyê xwe komkirin û bi arîkariya malbat û mamosteyên xwe ji eskeran re kum, gore û şalgerdan kirîn. Zarokan diyariyên xwe kirin pakêt û ji eskeran re jî hin name nivîsandin û piştra çûn teslîmî Fermandariya Tuxaya Bizirh ya 20emîn kirin.

Zarokan rê de slogana 'eskerên herî mezin eskerê me ne' gotin.
Midûrê Dibistanê Halîl Polat daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku armanca wan ew e ku moralê bidin eskeran. Polat got ku bi saya vê zarok wê qiymeta welat jî bizanin û ji eskeran re dia kir.