08 Tebax 2016•Rojanekirin: 08 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê sibê li St. Petersburga bajarê Rûsyayê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn re bê bal hev.
Bendêne ku ev ziyareta Serokomar Erdogan di têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê de bibe gaveke erênî û têkiliyên herdu welatan car din pêş ve here.
Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê daxuyand ku Erdogan li ser vexwendnameya Putîn wê sibê here bajarê St. Petersburg û herdu serok wê hevdîtinê bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêvî tê kirin ku ev ziyaret têkiliyên herdu welatan car din pêş ve bibe. Di hevdîtinên vê ziyaretê de ji bilî hevkariya du welatan pêş ve here, mijarên rojane, herêmî û navneteweyî jî wê bên axaftin.