08 Tebax 2016•Rojanekirin: 08 Tebax 2016
PARÎS
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvîna xwe ya ku di rojnameya Le Mondeê da bersiva pirsên der heqê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da.
Erdogan destnîşan kir ku cihana rojava li beramberî nirxên ku diparêze, di nava nakokiyê da ye û wiha pê da çû:
"Rojava divê hevkariya Tirkiya ku xwedan nirxên demokratîk dertê, bike. Mixabin terciha xwe kirin, tirk tenê hiştin. Rojavayî divê şikê nebin ser hejmara mirovên ku hatin tewqûfkirin û ji kar hatin dûrxisitn. Dewleteke hiqûqê xwedan maf e ku dema xwast dikare karmendan bixe kar an jî ji kar derxe. Tirkiyê tu carî pirseke bi vî rengî li hevkarên xwe yên rojavayî nekir."
"Êrîşa terorê ya ku bi ser me da hat, êrîşeke asayî nebû"
Erdogan bal kişand ku di dema hewldana derbeyê da wî li ser têlefonê bi hin lîderên rojavayî ra xeberda û wiha dewam kir:
"Ev ne bes bû. Êrîşa terorê ya ku bi ser me da hat, êrîşeke ji rêzê nebû. 240 şehîd, 2 hezar û 200 birîndarên me hene. Hemû dinê bertek nîşanî êrîşa Charlie Hebdoyê da. Serokwezîrê me beşdarî meşa li Parîsê bû. Min divê ku lîderên rojavayî bi heman şêweyî bertek nîşanî rûdana li Tirkiyê bidana û negotana bes e û bi tenê peyamên klîşe yên şermezarkirinê parve nekirana. Min dixwast ku bên Tirkiyê."
"Şûna ku empatî bikin, reaksiyon nîşan dan"
Erdogan qala axaftina xwe ya bi Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Pûtîn ra ya piştî hewldana derbeyê jî kir û wiha axivî:
Pûtîn dema ku li min geriya, hejmara karmend û leşkerên ku ji kar hatin dûrxistin, rexne nekir. Lêbelê hemû Ewropayê pirs kir, 'Çima evqas leşker di girtîgehê da ne, çima evqas karmend ji kar hatin dûrxistin?'. Seba darazekê tiştinên ku hatin serê me, divê mirov bibîne. Meclis û MÎT hatin bombardûmankirin. Kulliyeya Serokomaariyê bû armanc. 6 kes şehîd bûn. Rêveberên rojavayî şûna ku empatî bikin, reaksiyon nîşan dan. Vî jî me aciz kir, ev nayê qebûlkirin."
Serokomar Erdogan der barê îadekirina Fethullah Gulenê serkirdeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da got: "Serokê rêxistina terorê ji 1999an heta niha li Amerîkayê ye. Min ji Obama xwest ku Gulen îade bike. Ji min belge û delîl xwestin. Min bi bîra wî xist, dema ku Amerîkayê ji me xwest ku em terorîstan îade bikin, me tu tişt ji wan nexwast û ew îade kirin. Li gor tevkariya me ya stratejîk Amerîka divê vî zilamî îade bike, lewra Tirkiyê bi dehan terorîst îadeyî Amerîkayê kirine. Me ji Amerîkayê ra 85 qutî dokument şandin. Ez hêvî dikim ku wê êdî Gulen di demeke kurt da îadeyî Tirkiyê bikin ku li Tirkiyê dijayetiya Amerîkayê kuta bibe."
Erdogan daxuyand, Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê John Kerry wê di 24ê tebaxê da were Tirkiyê, lê wê di wexta xwe da çênebe û wiha dewam kir: "Dereng e, pir dereng e. Ev me pir xemgîn dike. Mittefîqê wan ê stratejîk rastî hewleke derbê tê û ji bo ziyretkirinê 45 rojan disekinin. Vê em xemgîn kirin. Dema ku li Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê xistin, min demildest bertek nîşan da, êrîş şermezar kiri û min gotibû ku êrîşeke terorîst e. Ez li bendê bûm ku rayedarên amerîkayî bi gotinên tundtir bertek nîşanê bidin. Mixabin wiha nebû."
Erdogan wiha got: "Tirkiye perçeyeke cîhana modern e û medeniyeta tirkan xîtabî hemû dinyayê dike. Me tifaqa medeniyan a ku ji 146 endaman pêk tê di bin banê NYê da çêkir. Lewra em teza Samuel Huntington a pevçûnên medeniyetan red dikin."
Erdogan pirsa li ser hevdîtina xwe û ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bersivand û wiha got: "Li gor we Pûtîn ji rojhilatê ye? Federasyona Rûsyayê welatekî hem Ewropayî û hem Asyayî ye. Cîhana rojava ew ji xwe qebûl nekir, me na. Me qeza balafira ûris derbas kiribû, lê ev ziyaret beriya hewla derbê hatibû plankirin. Ev hevdîtin tê wê wateyê ku di têkiliyên me da merhaleyeke nû dest pê dike."
- "Divê Esed here"
Li ser pirsa "nêzîkbûna bi Rûsya re wê tesîreke çawa li ser têkîliyên bi Sûriyeyê re bike?" Erdogan wiha got:
"Çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê girêdayî tevgera aktorên herî giring Rûsya, Tirkiye, îran, Erebistana Siûdî, Qatar û DYAyê ye. Li hember pevçûnan me her tim teklîfa çareseriyê kir. Lê ev çareserî heta Esed desthilat be wê çênebe, divê ew here. Heke li ser navekî ku her kes bibêje erê em li hevdu bikin û hilbijartin çêbibe, wê demê pevajoyek dikare dest pê bike. Ji bo çareseriyeke wiha amadehiyên me hene."
Der barê rewşa Helebê de jî Erdohan wiha axivî: "Heke Heleb bikeve destê rejimê ev wê ji bo Tirkiyeyê bibe pirsgirêkeke mezin. Yên ku ji Sûriyeyê reviyane mecbur tên Tirkiyeyê. Malbata gelekan li Gazîentabê û Kîlîsê dijîn. Me tu carê ji wan re negot deriyê me ji wan re girtî ye. Heke pêleke penaberan a nû çêbibe jî em ê pêşwaziya wan jî bikin."
- "Li welêt bi milyonan kes cezaya îdamê dixwazin"
Ji bo cezaya îdamê Erdogan got ku divê gel biryara vê bide û heke malbat wî kesî efû bike dikare bê efûkirin û wiha pê de çû: "Lê wek dewlet em nikarin vê bikin. Helbet daraz dikare vê bike. Lê li welêt bi milyonan kes cezaya îdamê dixwaze û ev daxwaz wê ji hêla Parlamentoyê ve bê nirxandin. Ji bo derbekaran di qanûna cezayê de cezayên giran hene, lê li hember vê Parlamento wê biryarê bide ku divê îdam paşve bê an na. Li Japonyayê, Amerîkayê, Endonezya, Erebistana Siûdî, Çînê û li gelek welatan îdam heye. Ev bi taybetî li Ewropayê ji holê hatiye rakirin. Li Tirkiyeyê ji sala 1984an vir ve ev ceza nayê dayîn, vê car din paşve anîn mafê xwezayî yê gelê Tirkiyeyê ye. Heke Parlamanto vê cezayê qebûl bike, kî çi difikire bila bifikire em ê vê cezayê tetbîq bikin."