30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
ADANA
Waliyê Edenê Mahmut Demirtaş ragihand ku êrîşa terorîst ya li otoparka walîtiyê qewimîbû, PKKê kir.
Walî Demirtaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Hin agahî gihîştin ber destê me ku ew êrîşa terorî ya li Edenê rêxistina TAKê ya girêdayî PKKya rêxistina terorê ye pêk aniye. Yanî di encamê da yê ku êrîş kiriye PKK ye. PKK û TAK hema yek in."
Demirtaş destnîşan kir ku di navbera PKK û TAKê da tu ferq tuneye.
Di 24ê mijdarê da li otoparka Walîtiya Edeneyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hatibû kirin. Di êrîşê da yek jê karmend 2 kes miribûn û 33 kes jî birîndar bûbûn.