22 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
STENBOL
Serokomar Erdogan di Teknofestê da axivî
"Di vê heyamê da jî xwestin projeyên me sabote bikin, lê îqtidareke ku projeyên wê bên sabotekirin tuneye, îqtidareke ku rê li ber projeyan vedike heye."
"Hemû bûyerên di salên dawîn da diqewimin bi taybetî hişyariyê didin me. Loma jî ev nîşan dide ku divê em di her gavên xwe da di warê veberhênan û teknolojiyê da li pêş bin."
"Heger 'Hemleya Teknolojiyê ya Neteweyî' ya welatê me bi ser bikeve, em dikarin bibin civakeke ku teknolojiyê çêdike."
"Heger di warê teknolojiyê da em tenê wek bikarhêner bimînin, em nikarin di tu warî da azadiya xwe mihafeze bikin."

"Di roja îroyîn da şertê ewil yê serxwebûnê ew e ku em bibin welatekî ku teknolojiyê dîzayn dike û çêdike û îxrac dike."
"Heger ewlehiya we ya dijîtal tunebe heta dikarin tevdîrên fizîkî hildin, meriv nikare azadiya xwe bi temamî pêk bîne."

"Tirkiye niha hatiye asteke wisa ku ji sedî 60ê pêwîstiyên xwe yên parastinê bi xwe çêdike."
"Heger îro em negihîştina vê astê di operasyonên ku niha em li nav welêt û dervayî welêt dimeşînin da zehmetiyên mezin wê derketina."
"Zanyarên seferberî dane destpêkirin vedigerin welêt û em bernameya lêkolînerên pêşeng ya navneteweyî amade dikin."
"Ez bangî hemû zanyarên me yên li çar aliyê dinyayê dikim û wan vedixwînim ku tevlî hewldana zanist û teknolojiyê ya li welêt bibin."
"Ji vir careke din bangî AVMciyan dikim: Heger hûn hê jî di ciyê Lireyê Tirkiyeyê da bi dolarê hereket bikin, li qisûrê mêze nekin, emê bên diyarê hev."
"Ev der Tirkiye ye û pereyê wê Lireyê Tirkiyeyê ye."