22 Îlon 2018•Rojanekirin: 23 Îlon 2018
ŞIRNAK
Li Beytşebaba navçeya Şirnexê PKKya rêxistina terorê du gundî revandin, wesayîta wan şewitand û ew jî kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, Ebubekir Adiyaman û Selman Oztunçê ku li gundê Pîrîncliyê rûdinin ji bo firotina penêr xwestin biçine Dogana gundê Perwariya navçeya Sêrtê.
Adiyaman û Oztunc demeke dirêj venegeriyan mala xwe û li se vê malbatê cab da cendermeyê.
Cendermeyê lêkolîn kir û piştî demekê cinazeyê Adiyaman û Oztunç li nêzî gundê Doganê dîtin.
Di encama lêkolînan de derket holê ku gundî bi destê PKKyê hatine kuştin.
Cinazeyê gundiyan bi firokeya Fermanderiya Tumena Piyade ya Cendermeya 23emîn rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî otopsiyê cinaze dan malbatê. Cinazeyê Adiyaman û Oztunç li goristana Pîrîncliyê hatin veşartin.