İbrahim Atmaca
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Sibat 2019
QUDS
Eskerên Îsraîlê li başûrê welêt Çola Necefê (Negev) cara 139an e ku malên gundê El-Araqîba ku Filistînî tê da dijîn, xerab kirin.
Aktivîstekî li gundê ê ku nexwest navê xwe bide daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên Îsraîlê malên li gund şewitandin û jin û zarok di sermayê da li derva hiştin.
Aktivîst diyar kir ku ew ê mîna berê dîsa malan çêkin û gund terk nekin.
Îsraîlê cara ewil di tîrmeha 2010an da gundê Araqîbê şewitand û li gund ji 80yî zêdetir Filistîniyên ku welatiyê Îsraîlê ne dijîn. Rêvebiriya Îsraîlê îdia dike ku gund bi rêya dereqanûnî ava bûye û divê were xerabkirin. Şêniyên gund jî destnîşan dikin ku beriya Îsraîl ava bibe gund ji bav û kalên wan ji wan ra maye.
Gundî piştî ku hêzên Îsraîlê malên wan dişewitîne bi dar û alavên plastîk va malên xwe cardin ava dikin û berxwedana xwe didomînin.
Îsraîl ceyran û avê nabe gundên herêma Necefê û milkiyeta erazî ya Filistîniyên li herêmê dijîn jî nas nake.
Li gor çavkaniyên Filistînê Îsraîlê heta niha dest daniye ser 11 milyon donim erdê Çola Necefê ku bi tevahî 12 milyon donim e û 220 hezar Filistînî li ser dijîn.