Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê di çarçoveya lêpirsîna guhdarîkirinên derqanûnî de lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina Erdîl dabû. Erdîl teslîm bû.
Mehmet Erdîl bi Fatma Erdîla jina xwe û parêzerê xwe re hat Midûriya Emniyeta Enqereyê û beriya ku bikeve avahiya emniyetê daxuyanî da rojnamegeran û wiha got: "Jiyana me bi têkoşînên ku me ji bo rêxistinên teroran da ve derbas bû. Me di eslê xwe de tiştekî derhiqûqî nekir."
Erdîl piştî daxuyaniyê bi parêzerê xwe re derbasî Midûriya Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriya Emniyeta Enqereyê bû û teslîm bû.