Di çarçoveya pêşbirkên ku ji bo qezenckirina Kûpaya Federasyonê ya Îngilistanê tên kirin de Chelsea li hemberî Bradfordê 4 û 2, Manchester City jî li hemberî Mîddlesbroûghê 2 û 0 têk çû û ji kûpayê xatir xwestin.
Chelseayê li Stada Stamford Brîdgeyê ji Lîga Yekemîn Bradfordê ezimand û bi golên Cahill û Ramires ve 2 û 0 bi pêş ket. Lê Bradford bi golên Stead, Moraîs, Hallîday û Yeates ve skor kir 4 û 2 û Chelseayê têk bir û derket tûra ser.
Manchester City a ku bi Mîddlesbroûghê re hat hemberî hev jî 2 û 0 têk çû û wek Chelseayê wê jî di tûra 4emîn de xatir ji kûpayê xwest.
Encama pêşbirkên din ên ku hatin lîstin:
Blackbûrn - Swansea : 3 - 1
Bîrmîngham - West Bromwîch : 1 - 2
Cardîff - Readîng : 1 - 2
Chelsea - Bradford: 2 - 4
Derby - Chesterfîeld : 2 - 0
Manchester City - Mîddlesbroûgh : 0 - 2
Preston - Sheffîeld Ûnîted : 0 - 2
Soûthampton - Crystal Palace : 2 - 3
Sûnderland - Fûlham : 0 - 0
Tottenham - Leîcester : 1 - 2