Tîma sor û zer amadehiyên xwe yên dawîn bi birêvebirina Rahênerê tîmê Roberto Mancînî li Tesîsên Floryaya Metîn Oktay kir. Di dema antremanê de ji bo rojnamevanan 15 deqîqe destûr hat dayîn ku wêne û dîmenên amadehiyê bikşînin.
Di dema antremanê de hat dîtin ku fitbolîstên Galatasarayê gelek kêfxweş in.
Galatasaray a ku di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de di tûra duyemîn de têdikoşe, îşev li stada Turk Telekom Arenayê di saet 21.45an de bi Chelseaya tîma Îngilistanê re dê bê hemberî hev.