Di Lîga Şampiyonan a ÛEFAyê de pişkên tûra 2yemîn hatin avêtin. Reqîbê Galatasarayê Chelsea, yê Trabzonsporê jî Jûventûs e.
Kişandina qûrayan li bajarê Nyona Swîsreyê hat kirin. Li gor encamên qûrayê dê ev tîm bên pêşberî hev:
"Galatasaray- Chelsea
Manchester Cîty-Barcelona
Olympîakos-Manchester Ûnîted
Mîlan- Atletîco Madrîd
Bayer Leverkûsen-Parîs Saînt Germaîn
Schalke 04-Real Madrîd
Zenît-Borûssîa Dortmûnd
Arsenal-Bayern Munîh"
Dî vê tûrê de pêşbirkên ewil dê 18,19 û 25, 26 sibatê de, pêşbirkên duyemîn jî di 11,12, 18 û 19ê Adarê de bên lîstin. Pêşbirka ewil a Galatasarayê a bi Chelseayê re dê li Stenbol bê lîstin, rovanş dê li Londonê be.
Hevrikê Trabzonsporê dijwar e
Trabzonspor di Lîga Ewropayê ya ÛEFAyê de di nav 32 tîmên dawîn de cî girt û di tûra duyemîn de bi Jûventûsa tîma Îtalyayê re dê bê hemberî hev. Pêşbirkên tûra duyemîn dê di 20 û 27ê Sibatê bên lîstin.