DIYARBAKIR
Di koma Gyê ya Kûpaya Tirkiyeyê ya Zireatê de Galatasarayê tîma Şaredariya Mezin a Diyarbekirê 4 û 1 têk bir.
Di koma Gyê ya Kûpaya Tirkiyeyê ya Zireatê de Şaredariya Mezin a Diyarbekirspor û Galatasaray hatin hemberî hev.
Galatasaray deqîqeya 31emîn de bi gola Pandev 1 û 0 pêş ket.
Piştî vê golê Diyarbekirê di deqîqeya 43emîn de golek avet û skor kir 1 û 1.
Nîva ewil a pêşbirkê 1 - 1 bi dawî bû.
Nîva duyemîn de vê carê Brûma derket holê û deqîqeya 68emîn de skor kir 2 û 1.
Olcan di deqîqeya 81emîn de gola Galatasarayê ya seyemîn avêt û tîma xwe 3 û 1 bi pêş xist.
Yekta gola pêşbirkê ya herî dawîn jî di deqîqeya 81emîn de avêt.
Di pêşbirkê de ji bilî van tu gol nehatin avêtin û Galatasarayê tîma Şaredariya Mezin a Diyarbekirsporê 4 û 1 têk bir.