24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
TRABZON
Kûluba Trabzonsporê ji bo 50yemîn salvegera damezrînê sirûd amade kir û ji ser malpera xwe da nasîn.
Trabzonspor peşiya pêşbirka dîrokî ku dê bi Gazînatebsporê bike, lI tesîsa Şenol Gûneş bi vîdeoya sirûda 50yemîn bangî alîgirên xwe kir. Banga di vîdeoya sirûda 50yemîn de ku tê gotin "Em li mala xwe ya nû ji bo pêşbirka ewil li bendê alîgirên xwe ne" eleqeyeke mezin dît.
Sirûda 50yemîn ji aliyê hunermendê Trabzonî Apolas Lermî di nava 3 mehan de hat amadekirin. Di vîdeoya ku 3 deqîqe 34 saniye ye de dîmên girîng ê ekîba behra reş, navên efsane, stada Huseyîn Avnî Aker û alîgirên tîma Trabzonsporê cih digrin.
Serokê duyem yê Trabzonsporê Ahmet Çûbûkçû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 50yemîn salvegera damezrînê dê 3yê tebaxê bê pîrozkirin û di vê çarçoveyê de xebat tê kirin.