İbrahim Atmaca,Haydar Şahin
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
ANKARA
Meha pêşiya me Olîmpiyatên Zivistanê yên 2018 PyeongChangê wê werin lidarxistin û Koreya Başûr beriya van olîmpiyatan teklîfa hevdîtina payebilind da Koreya Bakur.
Li gor nûçeya ajansa Yonhapê, Wezîrê Pevgihîştinê yê Koreya Başûr Cho Myoung-gyon pêşniyaz kir ku nûnerên herdu welatan beriya Olîmpiyatan di 9ê rêbendanê da hevdîtinê bikin û li ser tevkariya Olîmpiyatan û qenckirina têkiliyan bisekinin.
Cho diyar kir ku heke hevdîtin çêbibe Koreya Başûr wê li ser hevkariya Olîmpiyatan bisekinin û mijara çareserkirina têkiliyên navbera Bakur û Başûr bînin rojevê.
Ji aliyekî din va Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in bang kir, ji bo ku Koreya Bakur beşdarî Lîstikên Olîmpiyata Zivistanê ya PyeongChangê bibe divê bi lez û bez tevdîr werin hildan.
Moon li Qesra Serokatiya Dewletê Cheong Wa Daeyê (Mala Şîn) di civîna kabîneyê da axivî û wiha got:
"Hêviya min ew e ku Wezareta Pevgihîştinê û Wezareta Çand û Sporê ji bo ku diyaloga Başûr-Bakur zêde bike, heyeta Koreya Bakur îqna bike ku tevlî Olîmpiyatên PyeongChangê bibe jî bi lez çareseriyekê bibîne."
Di axaftina sersalê ya Kîm Yong-un da hatibû gotin ku dibê li Nîvgirava Koreyê ragêşiya leşkerî were kêmkirin û têkiliyên bi Koreya Başûr ra werin pêşxistin.
Kîm got dibe ku heyetê bişînin Olîmpiyadên Zivistanê ya PyeongChangê ya ku li Koreya Başûr ew ê were lidarxistin, di vê mijarê da dikarin bi Seulê ra biaxivin.
Kîm got rayedarên herdu Koreyan dikarin ecele bicivin û wiha axivî: "Lîstikên Zivistanê ya li Koreya Başûr ew ê ji bo herdu welatan bibe firsendeke baş. Şandina heyetê jî tev em amade ne ku hin gavan biavêjin."
Park Soo-hyunê Berdevkê Seroktiya Dewleta Koreya Başûr duh di daxuyaniya xwe da gotibû ji ber ku serokê Koreya Bakur got dixwaze heyetê bişîne olîmpiyatan, qebûl dike ku têkiliyên herdu Koreyan pêş bikevin û amade ne ku bi Seulê ra biaxivin kêfxweş bûn.