İbrahim Atmaca
12 Mijdar 2020•Rojanekirin: 12 Mijdar 2020
Fitbolîstê efsane Diego Maradonayê Arjantînî, 8 roj piştî emeliyeta mêjî, ji nexweşxaneyê derket.
Maradona ji ber teşxîsa xwînbûna subduralê ji mêjiyê xwe emeliyet bû û ji Klînîka Olîvosê ya ku lê dima, derket.
Leopoldo Luqueyê doxtorê Maradona diyar kir ku fitbolîstê berê yê 60 salî wê pêvajoya qencbûna xwe li malê dewam bike, di vê maweyê da ji bo ku dev ji mubtelabûna alkolê berde jî wê tedawî bibe.
Maradona di dîroka fitbolê da di nav lîstikvanê herî baş da tê nîşandan û dîrektoriya teknîkê ya Gimnasiaya tîma Lîga Fitbolê ya Yekem a Arjantînê dike.
Maradona bi formeya Tîma Neteweyî ya Arjantînê di 1986an da Kûpaya Cîhanê ya FÎFAyê rakiribû û di Napoliya kulûba Îtalyayê da 2 caran şampiyontiya lîgê dîtibû.