Muhammed Emin Canik
11 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2021
Di fînala Kupa Amerîkayê da Arjantînê Brezîlyaya reqîbê xwe 1-0 têk bir û bû şampiyon.
Pêşbirk li Rio de Janeiroya bajarê Brezîlyayê di Stada Maracanayê da hat lîstin û Arjantînê pêşbirk 1-0 qezenc kir û 28 sal şûnda Kupa Amerîka qezenc kir.
Gola pêşbirkê di deqîqeya 22yem da Angel Di Marianayê lîstikvanê Arjantînî avêt.
Lionel Messiyê ku sê caran fînala Kupa Amerîkayê, carekî fînala Kupaya Dinyayê leyîst û têk çû, cara ewil bi Arjantînê ra serkeftî bû û kupa qezenc kir.
Konfederasyona Fitbolê ya Amerîkaya Başûr (CONMEBOL) turnûva li dar xist û Brezîlyayê mazûvanî kir.