24 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
ANKARA
Tîma Easternê ya ku ji yek tîmên lîga Premîera Hong Kongê ye bi xebitandina rahênera jin Chan Yuen-ting ve di vê serdemê de bû şampiyon. Yueng-tîng wek rahênera jin ya ku di lîgên futbolê yên profesyonel ên mêran de tîma xwe bi xebitandinê ve gihande şampiyoniyê, navê xwe xist nav rûpelên dîrokê.
Tîma Easternê di hefteya 17emîn a lîgê de derkete li hember Çîna Başûr. Tîmê 2 û 1 Çîna Başûr têk bir û piştî 21 salan cara ewil bû şampiyon.
Rahênerê tîmê Yeung Ching-know piştî ku dev ji rahêneriyê berda, rahênera jin Chan Yuen-ting dest bi rahêneriya tîma Easternê kir.
Piştî ku yuen-tîng bû rahêner tîma Easternê di nav 15 pêşpirkan de tenê carekî têk çû.
Yueng-ting wek rahênera jin a ku di lîgên futbolê yên profesyonel ên mêran de tîma xwe bi xebitandinê ve gihande şampiyoniyê, navê xwe di dîrokê de da nivîsandin.