26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ANKARA
Wezareta Karê Navxweyî û Wezareta Werzişê der barê bûyerên herdu pêşbirkên Trabzonspor-Fenerbahçe û MKE Ankaragucu - Amedsporê da dest bi lêkolînê kirin.
Li gorî agahiyan, her yek ji Wezareta Karê Navxweyî û Wezareta Werzişê, bi mebesta lêkolînkirina bûyerên herdu pêşbirkên taxima Trabzonspor-Fenerbahçe yên di lîga Super ya Spor Totoyê da û MKE Ankaragucu-Amedspor yên ku di Lîga 2yemîn a Spor Totoyê da ne, erk bi mufettişên mulkiye vesipartin.
Hat ragihandin ku herdu mufettiş wê bi hevkarî, xebata lêkolînê birêva bibin.