VARŞOVA
Trabzonspor di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de di Koma Jyê de bi Legîa Varşovayê re hat hemberî hev û dijberê xwe 2 - 0 têk bir. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî li stadê pêşbirk temaşe kir.
Di nîva ewil a pêşbirkê de ji bo serketinê ji her du tîman jî tu gol nehat û nîva ewil 0 - 0 bi beramberî qediya.
Trabzonspor li hemberê dijberê xwe di nîva duyemîn de çêtir leyîst û gola ewil di deqîqeya 71emîn de avêt û skor bû 1 - 0.
Olcan di deqîqeya 79emîn de gola Trabzonsporê ya duyemîn avêt û piştî vê golê ji her du tîman jî tu gol nehat û Trabzonspor 2 - 0 pêşbirkê qezenc kir.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo vê serkeftinê civaka Trabzonsporê pîroz kir.
Erdogan pêşbirk li stadê temaşe kir û piştî ku pêşbirk bi serkeftina Trabzonsporê bi dawî bû Serokwezîr ji bo pîrozbahiyê bide fitbolîst û rêveberiya qilûbê ji cihê xwe rabû û berê xwe da odeya cilguhertinê.
Serokwezîr Erdogan di odeya cilguhertinê de yekoyek bi destê fitbolîst, rayedar û rahêneran girt û ji bo vê serkeftinê pîrozbahî da wan. Erdogan got:
"We îşev rûyê me û welatê me da kenandin. Em bi we serbilind in."
Serokwezîr rewşa Trabzonsporê ji rojnamevanan re nirxand û wiha dewam kir: "Ez hêvî dikim ku Trabzonspor vê serkeftina xwe bi awayekî baştir bidomîne. Trabzonspor li derve 5 pêşbirkên xwe li ser hev qezenc kir û ev serkeftineke baş e."