Haydar Şahin
25 Îlon 2019•Rojanekirin: 27 Îlon 2019
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenal Kazanci Taha Akgul û Suleyman Atliyê di Şampiyonaya Gulaşê ya Dinyayê da madalyayên zîv qezenc kiribûn qebûl kir.
Kazanciyê Midûrê Giştî û Metîn Mutanogluyê Alîkarê Midûrê Giştî û Midûrê Weşana Giştî mazûvaniya Taha Akgulê di 125 kîloyî da madalyaya zîv, qezenc kiribû ku Suleyman Atliyê di 57 kîloyî da madalyaya zîv qezenc kiribû û Abdullah Çakmarê antrenorê taxima neteweyî kirin.
Kaznaci got ji ber serketinên werzişvanên neteweyî gelekî şa bûn û ev ji bo wan rûmet e.
Kazanci bi bîr xist ku werzişvanên neteweyî heqê beşdarbûna olîmpiyatan bi dest xistin, Tirkiye di gulaşê da gelekî bi ser ketiye û bawer dike ku werzişvanên neteweyî ew ê di 2020 Tokyoyê da Tirkiyeyê şa bikin.
Wekî mayîn di ziyaretê da Taha Akgul, Suleyman Atli û Abdullah Çakmar bi Metîn Mutanogluyê Midûrê Weşana Giştî ra li Edîtoriya Xeberên Sporê ya AAyê paste jê kirin.