22 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
RIO DE JANEIRO
Taha Akgul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di kariyera wî da madalyaya olîmpiyatê bû, wî ew jî hilda û wiha dewam kir: "Ez piştî pêşbirka fînalê hîç ranezam. Ez hê jî bawer nakim. Ez êdî şampiyonê Ewropa, dinya û olimpiyatê me. Ji ber ku min ev madalya ji welatê xwe ra qazanc kir, ez kêfxweş im."
Akgulê gulaşgir got ku ew roja musabaqayê tenê li ser madalyaya zêrîn fikiriye û wiha dewam kir: "Beriya fînalê êş ket serê min. Êdî ez rewşa xwe nedifikirîm. Bi rastî jîpêdiviya welatê me bi vê serkeftinê hebû. Heke welatekî mîna Tirkiyê ji Rîoyê bê madalyona zêr biçûya, ev ê em xemgîn bikirana. Min ji welatê xwe ra madalyaya zêrîn da qezenckirin û berpirsiyariya xwe bi cih anî."
Taha got ku divê Tirkiye di rêza madalyaya da bikeve nav 10 welatên ewil û ew hêvî dike ku Tirkiyê di Olimpiyatên 2020 Tokyoyê da bi ser bikeve.
Akgul got ku haya wî piştî fînalê ji êrîşa terorê ya li Gazîentabê çêbûye û ew madalyaya zêrîn îthafî kesên ku di êrîşê da mirin dike.
Taha got ku Xwedê rehma xwe li kesên mirî bike, cihê wan cinnet be û diyar kir ku ew madalyaya xwe îthafî şehîd û xaziyê 15ê tîrmehê û welatiyê me yên ku li Gazîantepê şehîd bûn, dike.