Gulaşvanê Neteweyî yê Şampiyonê Dinyayê Taha Akgul li Las Vegasa bajarê Amerîkayê di Şampiyoniya Gulaşê ya Dinyayê de di 125 kîloyan de madalyaya zêr qezenc kir û got ku ji vir şûn de armanca wî olîmpîyat in.
Akgul piştî pêşbirkî daxuyaniyek da û wiha axivî: "Ez salekî ji bo şampiyoniyê pir xebitîm. Beriya olîmpiyatan ev şampiyonî pir girîng bû. Hemû welat bi werzîşvanên xwe yên herî baş ve hatin li vir. Şikir min şampiyoniya dinyayê cara duyem qezenc kir. Ji vir şûn de armanca min olîmpiyat in."
Akgul got ku ev hefteyeke ew li Amerîkayê ne û ji ber xeberên cangoriyan ên li Tirkiyeyê ew ji bo şampiyoniyê zêde kêfxweş nebûne.