Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ji bo pêşbirka amadehiyê ku dê bi Belarûsê re bike antremana xwe ya dawî kir, hemû amadehiyên xwe yên pêşbirkê qedandin û niha jî li benda saeta maçê ye.
Tirkiye û Belarûs îşev di saet 20.00an de li stada Tevfîk Sirri Gur a Mersînê dê bên hemberî hev.
Hakemê pêşbirkê jî Antonîo Mateû Lahoz e. Paû Cebrîan Devîs, Javîer Agûîlar Rodrîgûez û Javîer Estrada Fernandez jî di pêşbirkê de dê alîkariya Lahoz bikin.
Pêşbirk dê li ser Kanal Dyê bê weşandin.