DİYARBAKIR
Yenî Diyarbakirspora ku di Lîga 3yemîn a Spor Totoyê de di koma 3yemîn de cih digire, di pêşbirka li hemberî Kirikhansporê de 3 pûan qezenc kir û kêfxweş bû.
Rahênerê qulûbê Vedat Tanriverdî daxuyanî da û got: "Me her du pêşbirkên lîgê yên dawiyê qezenc kirin û cardin bûn şirîkê şampiyoniyê. Em li hemberî Kirikhansporê biserketin û di lîgê de ketin rêza çaremîn."
Tanriverdî wiha pê de çû: "Encamên pêşbirkên ku me li ser hev lîst li gor dilê me ne. Piştî beranberiya li hemberî Keçîorenê, me pêşiyê 1930 Bafrasporê û piştre jî Kirikhanspor têk bir. Ango me piştî 3 pêşbirkên lîgê 7 pûan qezenc kir û em di lîgê de ketin rêza çaremîn. Înşeallah ev serkeftinên me dê pêşbirkên din de jî bidomin. Ez lîstikvan û heyeta me ya teknîkî pîroz dikim."
Tanriverdî dayuyand ku dê ji bo pêşbirka Tûzlasporê dest bi amadehiyan bikin.