TALLINN
Tîma Neteweyî ya ku di Koma Dyê ya Seridana Ewropayê ya Qûpaya Dinyayê ya 2014an de ye, ji bo pêşbirka 9emîn, sibê di deplasmanê de bi Estonyayê re dê bê hemberî hev.
Tîma me niha li paytextê Estonyayê Tallînnê ye.
Hat ragihandin, ji bo musabaqaya ku wê di A Le Coq Arenayê de bê lîstin 8 hezar bilet hatin firotin. Ji aliyê din ve, ji bo ku destekê bidin Tîma Neteweyî, ji bilî Tirkiyê ji welatên derdorê jî gelek kes çûn Tallînnê.
Pêşbirk di saet 21.30an de dê dest pê bike û Star TV dê pêşbirkê bi awayekî zindî biweşîne.