Nihat Kavşut
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Welatiyên Tirkiyeyê yên xwestin ji Îranê vegerin bi seferekê hatin welêt û wê 14 rojan di bin çavdêriyê da bimînin."
Koca di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ji bona welatiyên Tirkiyeyê yên xwestin ji Îranê vegerin sefereke balafirê ya taybet amadekirin û wiha got: "Welatiyên Tirkiyeyê yên xwestin ji Îranê vegerin bi seferekê hatin welêt û wê 14 rojan di bin çavdêriyê da bimînin."
Koca diyar kir 132 rêwiyên Tirk û muretebat ku bi balafira Rêhewayên Tirk hatin wê ji bona karantînayê neqlî Nexweşxaneya Dr. Zekaî Tahir Burak bikin.
Wezîrê Tenduristiyê Koca got ku li welatê me vîrusa koronayê ya nû nehatiye tesbîtkirin. Ji bona li welatê me ji vê nexweşînê bê parastin em hewl didin.