Nihat Kavşut
12 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
ANKARA
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca der barê tayînên di warê tenduristiyê da agahî da nûçegihanê AAyê.
Koca destnîşan kir wê di 2019an da qederê 25 hezar hekîmên pratîsyen, hekîmên pispor, hekîmên dirana û dermanfiroş tayîn bikin.
Wezîrê Tenduristiyê Koca diyar kir di nav vê mehê da ji bo teknisyeniya tipa acîl, rêvebiriyê û şofêrtiya ambulansan 6 hezar û 500 kes hildin.