Hat tespîtkirin ku mirovên bi şev ranakevin, di jiberkirinê de tengasiyê dikşînin.
Zanyarên Zanîngeha Calîfornîa ya li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê, li ser mêjiyê mirovên bi şev têra xwe radikevin û yên bi şev têr nikarin rakevin lêkolîn kirin.
Lêkolîneran li ser bîrê lêkolîn kirin û bi arîkariya MRê li ser mêjî hûr bûn. Di lêkolînê de zanyaran eşkere kir ku faliyetên mêjiyê mirovên bêxew ji mêjiyê kesên têrxwe hêdîtir in.
Ji zanyaran Sean Drûmmond da zanîn ku di dema jiberkirinê de mêjiyê mirovên bêxew peywira xwe nayne cih û hin parçeyên mêjî yên din di dema jiberkirinê de çalak in.
Encama lêkolînê di kovara "Sleep"ê de hat weşandin.