DİYARBAKIR (AA) - NURTEN ASLAN
Sala bê Zanîngeha Dicleyê dê Fakulteya Ragihandinê veke û dê bi zimanên tirkî, kurdî û îngîlizî perwerdeyê bide xwendekarên xwe.
Sekreterê Giştî yê DUyê û Alikarê Dekanê Fakûlteya Ragihandinê Prof. Dr. Sabrî Eyigûn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 2 sal berê wan fakulteya ragihandinê vekirine. Lê ji ber ku têra xwe akademîsyen tunene, zanîngehê xwendekar negirtine.
Eyîgûn diyar kir ku îsal profesorek, 2 alîkarên doçent, 3 hîndekar û 4 berendamên hîndekar girtine û sala bê jî xwendekar dê dest bi perwerdeyê bikin.
Eyigûn wiha got: "Dema ku me dest pê kir, em dê ewil dersa kurdî ya bijarte bidin. Di gelek fakûlteyên ragihandinê de ajansên wan ên xwemalî henin û ew derfetê didin ku xwendekarên wan li wir stajê bikin. Em dê li vir bi taybetî li ser çêkirina nûçeyên kurdî bixebitin." Eyigûn ragihand ku li fakûlteyê beşên taybet yên ku nûçeyên kurdî û weşanên kurdî bikin jî dê hebin.
Ewil 30 xwendekar dê bên girtin
Eyîgûn bi bîr xîst ku Ajansa Anadoluyê jî dest bi weşana kurdî dike û wiha got:
"Ev dê me teşwîq bike. Bi taybetî li ser mijara nûçeyên kurdî dê bernameyeke me ya bi taybet hebe. Serê pêşî em dê 30 xwendekaran bigrin û hêdî hêdi wê hejmara xwendakaran zêde bibe. Binesaziya fakulteyê amade ye û em rojnameyekê derdixin. Ger vê salê em dereng nemana û me xwendakar bigirtana, me dê dest bi dersan bikira. Lêbelê sedama derengmayinê ew e ku di tayina hîndekaran de astengî derket. Ji ber ku di wextê xwe de negihişt YOKê jî vê kontenjana ku lê hatiye zêdekirin paş de kişand. Sala bê teqez dê fakulteya ragihandinê vebe. Li wir em dê bi taybetî li ser beşa rojnamevaniya kurdî bisekinin."
Eyîgûn diyar kir ku ew bi hêviyê ne ku xwendekarên wan mezûn bibin û xizmetê bidin herêmê. Bi saya vê fakulteyê çapemeniya herêmê jî dê pêşve here.
Eyîgûn ragihand ku ji vê û şunde dê rojnamevanên herêmê li Zanîngeha Dîcleyê perwerdeyê bigirin û ew dê herî kêm sê zimanan fêr bibin û wiha axivî:
"Xwendekar, dê bi kurdî, tirkî û îngilîzî perwerde bibin. Ji bilî me li tu zanîngehê fakulteyeke ragihandinê ya ku bi tirkî, kurdî û îngilîzî perwerdeyê dide tune ye. Ji bilî wê pisporên beşa pêwendiyên gel wê bigihîjin. Heta niha li tu zaningehê beşa pêwendiyên gel ya ku bi kurdî tê fêr kirin, tune ye. Him li herêmê û him iraqê û him jî welatên din hewcedariya pisporên pêwendiyên gel hene. Ji ber ku li welatên cîran gelek fîrmayên tirk hene û ew ji hêla ragihandinê ve, pirsgirêkan dikşînin. Xwendekarên me dê mezun bibin û dê li şirketên wan bixebitin."