Elif Orhan
07 Tebax 2019•Rojanekirin: 08 Tebax 2019
Li gor nûçeya rojnameya "Independentê" lêkolînerên ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Harvardê û Zanîngeha Atlantîk Florîdayê ya Amerîkayê bi tevahî 5 hezar û 164 şev û rojan 785 kesên dilxwaz şopandin û qeyd kirin ka çiqas kafeîn, alkol û nîkotînê xerc dikin.
Ekîba lêkolînê pişt ra ev dane bi encamên sensorên zendan ên ku maweya xewê û berdariya xewê ya beşdaran qeyd dike ra dan ber hev.
- Tesîra kafeînê li ser xewê tune
Di xebatê da hat dîtin ku nîkotîn û alkol xewê direvînin lê hat dîtin ku tesîra kafeînê li ser xewê tune.
Xebatê derxist holê ku cixareyeke beriya razanê tê kişandin di kesên ku nikarin hêsanî bikevin xewê da bi tevahî 42 deqîq maweya xewê kêm dike, kişandina cixareya seranserê şevê jî kêm zêde 43 deqîqe maweya xewê kêm dike.
Ji Zanîngeha Atlantîk Florîdayê Dr. Chrîstîne Spadolayê di gotara xwe ya ku ji bo kovara "Sleep"ê nivîsan da diyar kir ku nîkotin an jî alkola ku 4 saet berî razanê tê xerckirin tesîreke neyînî li ser xewê dike.
Spadolayê got ku "Me di navbera vexwarina kafeîna 4 saet berî razanê û parametreyên xewê da tu têkilî nedît."
Hat destnîşankirin ku lêkolîn encamên bereksê baweriya belav a wekî qehwe û çay xewa mirov direvîne derxistin holê.