DIYARBAKIR
Li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê ji bo nexweşên li nexweşxaneyê radikevin xizmeteke nû dest pê kir. Gor vê xizmeta agahdarkirina nexweşan dê bi zimanên kurdî, tırkî û erebî bê kirin. Her wiha ji bo nexwaşan dê bi van zimanan weşana muzîkê ji bê kirin.
Zanîngeha Dîcleyê hem xizmetê dide bajarên herêmê hem ji nexweşên ji herêma Kurdistana Iraqa Federal û Sûriyê tên jî li vê derê tên dermankirin.
Zanîngeha Dîcleyê ji bo memnûnîyeta nexweşan zêde bike di nav klînîkan de pêşbaziyek li dar xist.
Di encama pêşbirkê de pêşniyara klînîka hematolojiyê ya "Agahdariya pirzimanî û muzîk" serkeftî bû. Proje li klînîka hematolojiyê hat tetbîqkirin û ji nexweşan re bi kurdî, erebî û tirkî der barê dermanan, bandora wan û xwarina durist de agahî tê dayîn.