Nihat Kavşut
09 Îlon 2019•Rojanekirin: 12 Îlon 2019
Endama Lijneya Rêvebiriya Komeleya Klînîk Îmmunolojî û Alerjiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Asli Gelîncik, "Kermêş hin kesan zêde gez dikin. Kermêş herî zêde zilam, jinên ducanî, kesên qelew û obez gez dikin."
Gelîncikê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir kermêşên mê ji bona zêde bibin hewcedariya wan bi xwînê çêdike û însanan gez dikin.
Prof. Dr. Asli Gelîncikê destnîşan kir kermêş her kesî gez nakin û wiha got: "Kermêş hin kesan zêde gez dikin. Kermêş herî zêde zilam, jinên ducanî, kesên qelew û obez gez dikin. Bi taybetî kermêş kesên ku xwîna wan 0 e û însanên ku zêde urîk asît, laktîk asît û amonyak belav dikin gez dikin."
Gelîncikê diyar kir cil û bergên ku rengî wan tarî bin kermêşan didkişînin û got ji ber ku rengên tarî germahiyê kom û mihafeze dike rewşeke wiha çêdibe.
- "Fîtoqê li ciyê ku kermêş gez dikin bixin"
Prof. Dr. Gelîncikê diyar kir xwarinên bisîr û vîtamîna Byê tê da ne û bêhna vanîlyayê jî bala kermêşan dikişînin.
Gelîncikê diyar kir wexta kermêş gez dikin ciyê gez kirine nexurînin û wiha got: "Ev reaksiyona îltihabê zêde dike. Loma jî heta ji destê we tê nexurînin. Di ciyê wê da fîtoqê li ciyê ku kermêş gez dikin bixin. Wek mayîn feydeya cemedê, dermanên antîhîstamînîk û di rewşên giran da jî feydeya kortîzonê heye. Heger piştî ku gez kirin serêş, vereşîn, bêhalî û gêşbûn hebe herin navendeke tenduristiyê."