08 Îlon 2019•Rojanekirin: 09 Îlon 2019
Hat ragihandin, 3 terorîstên ku Midûrê Şaxa Harekata Taybet a Mêrdînê Tufan Kansuva şehîd kir di operasyona li navçeya Omerliyê da hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî, di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da Fermandariya Cendirmeya Bajêr li devera çiyayî ya Omerliya navçeya Mêrdînê operasyon kir û 3 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor tesbîtê terorîst kiryarên bûyera şehîdkirina Tufan Kansuva û birîndarkirina gundparêzekî ne.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Hevalê min ê biqîmet, Midûrê min Tufan, xûna te li erdê nema. Her 3 jî wek leş hatin bidestxistin. Cihê te bihûşt be."