DIYARBAKIR
Gerînendeyê Giştî yê Koma Tenduristiyê yê Memorialê Ugur Genç: "Me ji bo nexweşxaneya xwe ya pêşîn 35 milyon dolar sermaye danî. Bi Nexweşxaneya Dîcle Memorîalê bi tevahî di navbera 2010 û 2013an de 65 milyon dolar sermaye danî Diyarbekirê.
Genç diyar kir ku heya vê gavê xizmet dane 400 hezar nexweşan û ji ber vê yekê nexweşxaneya Seyrantepeyê jî vegerandine nexweşxaneya Memorîalê û nû kirine. Ji ber vê yekê jî teqdîra welatiyan hildane.
Genç qal kir ku ji bo turîzma tenduristiyê xebatan pêk tînin û li bajarên Hewlêr û Dihakê kargehên ragihandinê dê vekin. Genç got ku: "Em bawer dikin ku Diyarbekirê bibe baregeha tenduristiyê ya herêmê."