Li gorî daxuyaniya nexweşxaneyê nexweş Bekîr Ûçar û Ahmet Sakizciyê ku ji ber kêmasiya dil ev demeke dirêj e li ûnîteya anjiyoyê tên dermankirin, piştî tedkîk û teseliya Dr. Pis. Mehmet Han Mercan biryara tedawiya Kardiyak resenkronîzasyonê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de cih dan nêrînên Dr. Pis. Mercan jî ku wiha hat gotin: "Dilê mezinên ku sihet û tenduristiya wan li cî ye deqeyekê de di navbera 60-90ê de davêje, kesên ku lêxistina dilê wan di ser an jî binê vê reqemê de be em jê re dibêjin, 'xerabiya rîtma dil'. Kesên ku lêdana dilê wan kêm in bi pîlên dil ve tên teqwiyekirin da ku di asta asayî de bavêje."