Lijneya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên sala 2013an a zayînê eşkere kir. Li gor îstatîstikan di sala 2012an de milyonek û 286 hezar û 828 zarok ji dayik bûn. Par ev hejmar sedî 0,3 kêm bû û hejmara zarokên ku hatin dinyayê bû milyonek û 283 hezar û 62an.
Jinek herî zêde di navbera 15 û 49 salan de diwelide. Di sala 2012an de rêjeya welidandinê 2,09 zarok bû, lê di sala 2013an de ev rêje kêm bû û bû 2,07 zarok.