30 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Psîkiyatrîst Dr. Selîn Barana pispora Nexweşxaneya Norolojî û Moodîst Psîkiyatriyê der barê êşa mil, pişt û serî de got eger nehat çareserkirin dibe ku sedema vê psîkolojîk be.
Baranê der barê nexweşiyên mil, pişt û destan de daxuyaniyek da. Baranê got ku sedema gelek nexweşiyan esil stres e û wiha axivî:
"Mesela di milê we de birînek biçûk heye. Eger hûn zêde vê bifikirin û ji xwe re bikin kul û derd, hingî ev êş wê zede û dirêjtir bibe.
Caran bêhna miroven çik dibe û serê wan dieşe. Gava ew mirov radibe digere serê wî naêşe. Mirov mesela wekî şer dike û derbeya dixwe ji ber hêrsbûnê hîs nake. An jî wekî fitbolê dileyîze û birîndar dibe dîsa hîs nake. Sedema gelek nexweşiyên laşê mirovan esil psîkolojîk e."