27 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
ANKARA
Bijîşkên japon peywendiya pêwîstiya tuwaletê ya bişev û xwarêna xwê kewş kirin.
Li gorî nûçeya BBCyê, kêşeya "nokturî" ku tê wê wateyê, mirov bişev gelekî derdikeve îdrarê, di kesên ku zahf xwê dixwin da bêtir çêdibe.
Lêkolînerên ji Zanîngeha Nagasakiyê xebata xwe pêşkêşî kongreya Komeleya Urolojiyê ya Ewropayê ku li Londona paytexta Îngîltereyê hat lidarxistin kirin û herwiha bêtirî 300 xwebexş beşdarî xebatên bûn.
Lêkolîneran tespît kirin beşdarvanên ku xwê kêm kirin, bişev kêmtir diçin tuwaletê.
Serkêşê xebatên Dr. Matsuo Tomohiro diyar kir ku wan, nexweşên zêde xwê dixwin û kêşeya wan a xewê heye, sê meh şopand û ji wan ra pêşniyaz kir ku xwarina xwê kêm bikin.
Tomohiro destnîşan kir nexweşên ku bişev zêdetirî du carî diçûn tuwaletê, piştî ku xwê kêm kirin tenê carekî çûn tuwaletê.
Zanyarê japon bal kişand, 98 nexweşên ku ji normalê zêdetir xwê xwarin jî bişev bêtir çûn tuwaletê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê bal dikişîne ku xwarina xwê rojane divê ji bo navsereyan ji 5 gramî, ji bo zarokên 7 salî piçûktir jî ji 2 gramî derbas nebe.