Mîroglu der heqê pêvajoya çareseriyê de daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku divê xebatên xurtkirina têkiliyên tirk û kurdan ên dîrokî dewam bikin.
Mîroglu wiha got: "Tu şika min ji peşeroja pêvajoya çareseriyê tune. Bi tenê bila herdu aliyên pêvajoya çerasiyê niyeta xwe neguherînin, pêvajo dê dewam bike. Tu îxtimala AK Partiyê ya niyetguhertinê tune ye. Heke desthilatî ne di destê AK Partiyê de be, pêvajoya çareseriyê dê bikeve talukeyê. Di pêvajoyeke wisa de jî îhtimala ku PKK ji nû ve dest bi çekan bike zeyîf e."
Mîroglu destnîşan kir ku ew wek hin nîrxandinên reşbînî yên der heqê pêvajoya çareseriyê de nafikire û wiha dewam kir:
"Sedema parvenekirina hîn reşbiniyan ên min ev e ku agahî û tecrûbeyên min ne teorîk în. Yê ku me ji çepgirên Tirk, ji lîberalan û ji mihefezekarên îslamî vediqetîne jî ev e. Ez bi hevalên xwe yên tirk re dibêjim 'jı halên kesên ketî, yên ketîn dizanin.' Gelê kurd ji ser xanî ketiye. Ji bo vê divê pêvajo bi vî awayî bê nirxandin."
- Bi tundiyê ve muzakere nayê meşandin
Mîroglu got ku hîn daxwaz bi rêya siyasetê ve tên bi dest xistin û wiha dewam kir: "Bi hêza çek û tundiyê ya li ser maseya muzakereyê ve serkeftin bi dest nakeve. Tu desthilatî nikare li ber daxwaza gel ya perwerdeya zimanê zikmakî bisekine. AK Partî di 12 salên pêvajoya çareseriyê de ev gav avêtin."
- Saziyên kurd qasî Ocalan xwedî li pêvajoyê derneketin
Mîroglu got ku muxatabên pêvajoya çareseriyê jî îradeya xwe nîşan dan lê saziyên kurd qasî Ocalan bi têra xwe bibiryar nebûn û wiha got: "Eger saziyên kurd jî qasî Ocalan xwedî li pêvajoya çareseriyê derketana, siyaseta kurd û cîwanên bi wan re tevdigerin dê ev qas reşbinî nebûna."