Necat Hazar
03 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Nîsan 2023
Li Wanê şewata li sûka gel a gelek kargeh lê hene hat temirandin.
Li navçeya Îpekyoluyê ser kolana Hastaneyê ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, agir bi kargeheke sûka gel ket.

Li ser êxbarê ekîbên Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê sewqî cihê bûyerê kirin û ekîban midaxeleyî şewatê kir. Xwediyên kargehan û welatiyan jî alîkariya ekîban kir.
Polêsan li derdorê tevdîra ewlehiyê hilda û kesên sekinîbûn, dûr xistin.
Di encama midaxeleya ekîban da agir hat temirandin û xebatên sarkirinê hat destpêkirin.
Di şewata ku gelek kargehan xesar dît da esnaf berhemên xwe yên mayî ji dikanan derxistin.