Talip Demirci
03 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Nîsan 2023
Li Kaşa navçeya Antalyayê gur ketin hevşî û 243 mih xeniqandin.
Li ser êxbara ku li taxa Kasabayê bişev peraneya guran ket hevşiyê rêncber Alî Ozen, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê û yên Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê sewqî herêmê kirin.
Ekîban tesbît kir ku guran 243 mih û berxên hevşî xeniqandine û mirar kirine.
Ekîban wêneyên cendekên pez kişandin û der barê bûyerê da zebt amade kir.