Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, bi Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekerİya Yapicioglu û heyeta wî re hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtin li Navenda Giştî ya AK Partiyê pêk hat û nêzî saetek û 10 deqîqeyan dewam kir.
Piştî hevdîtinê Yapicioglu daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku partiyeke nû ne û ji bo ziyareta nezaketê hatine vira û wiha got: "Me di ziyaretê de ji birêz Serokwezîr Erdogan re qala daxwaz û pêşniyarên xwe û ramanên xwe yên der heqê pêvajoya çareseriye de kir.
Rojnamevanekî pirsa xwe de got "We piştevanî da pêvajoya çareseriyê?" Yapicioglu sual wiha bersivand: "Me der heqê pêvajoya çareseriyê de qala raman, pêşniyar û daxwazên xwe kir."