20 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
HAKKARÎ
Artêşa Tirkiyeyê di encama operasyona dijî kampên PKKya rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê de, 12 terorîstên ku amadekariya êrîşan dikirin, îmha kirin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, di encama operasyona li herêma Xwakurka ku dikeve bakurê Iraqê de, hêzên ewlekariyê bi droneyan tesbît kirin ku komek terorîstên PKKyê amadekariya êrîşa yekîneya leşkerî dikin.
Di operasyona asîmanî ya seat derdora 18.30î de ya li dijî wê herêma navborî, 12 terorîst hatin berterefkirin.
Digel ji 10ê adarê vir de di encama operasyonên berdewam de hejmara terorîstên berterefkirî gihîşt 30î.